Biden: Em ji bo tetbîqata leşkerî bi Seûlê re ne axivîn e

Serokê Amerîka Joe Biden ragihand ku ew ê li gel Koreya Başûr ti tetbîqateke nukleerî pêk neînin.
Û anî ziman ku li ser vê yekê ti axaftin bi hikumeta Seûlê re nehatiye kirin.

Cîhanê bi lez dest bi sala nû kir.

Peyam û daxuyaniyên derdiekvin dide xuyakirin ku sala 2023’an jî wê di nava tevgereke dijwar de derbas bibe.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk-yeol despêka salê ragihand ku ew li gel Amerîka ji bo pêkanîna tetbîqateke nukleerî axivî ne.

Piştî vê yekê Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku wan ji bo lidarxistina tetbîqatên hevpar ên li dijî gefên nukleerî yên Koreya Bakur ti hevdîtinek pêk neaniye.

Biden: Tetbîqata nukleerî pêk nayê

Biden, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de, li ser pirsa gelo her du welat li ser tetbîqatên nukleerî yên hevpar gotûbêj dikin bersiva “Na” da.

Di hevpeyvînekê de ligel rojnameya Chosun Ilbo ya welatê xwe, de Yoon got:

“Em bi Amerîka re li ser plansaziya hevbeş û tetbîqateke bo gefên nukleerî, gotûbêjan dikin.

Amerîka jî li ser vê yekê pir erênî ye. ”

Koreya Bakur 2022’an bêtirî 90 moşek ceriband

Koreya Bakur di sala 2022’an de li gorî salên berê zêdetir mûşek avêtin.

Ev yek jî li Nîvgirava Koreyê û Rojhilatê Asyayê alozî zêde kir.

Rêveberiya Pyongyangê di nava sala derbasbûyî de bêtirî 90 moşek ber bi rojhilat û rojavayê welat ve avêtin.

Di Mijdara 2022’an de, tenê di rojekê de 23 moşek avêtin.

Pyongyang di saeta despêkê ya 2023’an de jî ceribandinek mûşekeke balîstîk pêk anî.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr, ji herêma Ryongsongê mûşekeke balîstîk a menzîla kurt hatiye avêtin.

Back to top button