Kamûran Berwarî: Tirkiye di gelek aliyên jiyanî de Başûrê Kurdistanê dagir kiriye

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê Kamûran Berwarî diyar kir ku dewleta tirk ne tenê ji aliyê leşkerî de Başûrê Kurdistanê dagirkirye berovajî wê ji hemû aliyên ve hatiye dagirkirin.

Berwarî teqez kir ku, yekrêziya kurdî wê bibe bersiv ji dagirkeran Kurdistanê.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê Kamûran Berwarî, têkildarî yekîtiya netewî, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û ambargoya li ser wargeha penaberan a Mexmûrê ji ANF’ê re axivî.

Kamûran Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk bêhtirî 600 sal e Kurdistan dagir kiriye û got:

Tirkiyê di stratejiya xwe ya nû de qirkirina gelê Kurd weke erkekî ji bo xwe diyar kiriy.

Berwarî da xuyakirin ku dewleta Tirk, ne tenê ji aliyê leşkerî ve, ji hemû aliyan ve Başûrê Kurdistanê dagirkiriye.

Kamûran Berwarî diayr kir ku em weke KNK’ê bi mixabinî dibêjin; partiyên siyasî û fermandarên Başûrê Kurdistanê destekê didin dewleta tirkiyê û êdî nikarin çareseriyek ji dagirkeriya dewlet tirk li Başûrê Kurdistanê bibînin.

Kamûran Berwarî: Yekîtiya Kurdan, pêwîstiyeke dîrokî ye

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê, yekîtiya Kurdan wele gavek stratejîk û pêwîstiyeke dîrokî bi nav kir.

Berwarî xebatên Kongreya Netewî KNK jî weha nirxand:

KNK bi partiyên siyasî, alî û kesayetên Kurdistanê hemûyan re pêywendiyên xwe pêk anîn, lê hin partî û alî dibin asteng li pêşiya yekrêziya kurdî.

Kamûran Berwarî teqez kir ku ji bo her beşekî Kurdistanê stratejiyeke taybet gerek.

Kamûran Berwarî: Dorpêça li ser Mexmûrê, derveyî pîvenên mirovahiyê ye

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Kamûran Berwarî têkildarî ambargoya li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî de jî weha bi dawî kir:

Eger nakokî di navbera du partiyên siyasî yên Kurdistanê de hebe, nabe gelê sivîl bibe qurbanê wan nakokiyan.

Dorpêça li ser wargeha Şehîd Rustem Cûdî, derveyî hemû pîvanên exlaqî, wijdanî û mirovahiyê ye.

Bidawîkirina dorpêça li ser Mexmûrê bi avakirina yekrêziya kurdî pêkane.

Back to top button