Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku di nava 10 salên borî de 2 milyon û 500 hezar kes di avê de xeniqîne.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bi boneya roja xwe parastina ji xenîna nava avê de, raporek belav kir.
Li gorî rêxistinê salane nêzî 236 hezar kes di avê de di dema melevaniyê de xeniqîne.
Di raporê de tê gotin, di nava 10 salên borî de zêdetirî 2 milyon û 500 hezar kes di nava avê de di dema melevaniyê de jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Wezareta Karê Hindir ya Hikumeta Herêma Kurdistanê jî, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2023’yan de, nêzî 60 kes li Herêma Kurdistanê di dema melevaniyê de xeniqîne.



