Li DYA aloziya daxwaza penaxwaziyê

Rêveberiya Serokê Amerîka Biden hewil dide têkildarî penaxwazan rêziknameyek nû amade bike. Li gorî rêziknameyê kesên ku bêyî belge bikevin welêt wê şansê penaxwaziyê winda bikin.
Dadgeha Herêmî ya Federal a San Franciscoyê ev biryar betalkir û got: Ev yek mafê penaberiyê sînordar dike.

Rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden bi rêziknameyekê armanc dike ku jimara koçberên berê xwe didin DYA kêm bike.

Li gorî rêziknameya nû kesên bêyî belge bikevin welêt wê şansê penaxwaziyê winda bikin.

Rêziknameya Biden ji hêla dadgehê ve hate betal kirin

Lê Dadgeha Herêmî ya Federal a San Franciscoyê rêziknameya nû a ku di meha Gulanê de hatibû pêşniyar kirin betal kir.

Dadgehê diyar kir rêziknameya ku ji aliyê rêveberiya Biden ve hatiye amadekirin ne li gorî bendên yasaya koçberî û hemwelatîbûnê ye.

Di biryara rêzknameya nû de tê gotin, “Kesên ku dixwazin serlêdana penaberiyê bikin, divê dema derbasî DYA bû, daxwaza parastinê bikin.”

Li gorî biryarê, dibe ku rayedarên Amerîkî neçar bibin ku serlêdanên penaxwazan ji nû ve binirxînin.

Wezareta Edaletê ya DYA ji biryara dadgehê nerazî ye

Piştî betalkirina rêziknameyê mafê hikumetê heye di nava 14 rojan de îtîrazê li biryarê bike.

Di daxuyaniya Wezareta Edaletê ya Amerîkayê da hat destnîşankirin ku biryara dadgehê wê were îtirazkirin.

Her wiha ji bo taloqkirina biryarê wê serlêdan bikin.

Tê payîn ku biryara dawî ya betalkirina serlêdanê ya ji ber îtîrazê piştî pêvajoya hiqûqî ya demdirêj bê eşkerekirin.

Rêxistinên alîkariyê yên ku mafên koçberan diparêzin, mijar birin darazê.

Back to top button