YSP û HDP di çaçroveya jinûvesazkirinê de civînên xwe yên gel didomînin

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk, anîn ziman ku di civînên gel ên Botanê de, nêrîna hevpar ew e ku heya tecrîda li ser Rêber Apo PKK’ê neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin.
Parlementeran destnîşan kir ku divê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bên dewlemendkirin.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan di çaçroveya jinûvesazkirinê de civînên xwe yên gel didomînin.

Di vê çarçoveyê de li herêma Botanê civîn bi gel re tên lidarxistin.

Parlamenterên Şirnexê civînên gel yên li Botanê nirxandin

Parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên Şirnexê Newroz Ûysal û Zekî Îrmez civînên gel nirxandin.

Parlamenter Zekî Îrmez dest pêkê bal kişand ser girîngiya civînan û got:

“Armancên me hene ku em ê tevî gelê xwe rêxistinkirina xwe û bîrdoziya xwe çawa bi awayekî herî baş ava bikin û xurt bikin.

Rojeva gel: Heya tecrîd neyê rakirin dê pirsgirêk çareser nebin

Îrmez ragihand ku di civînan de mijara herî bebriçav tecrîda li ser Rêber Apo ye û wiha got:

“Gelê me dibêje, ‘heya tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan neyê rakirin dê li Tirkiyê tu pirsgirêk neyên çareserkirin.’

Parlamenter Newroz Ûysal jî di nirxandinên xwe bal kişande ser rexne û pêşnîyazên gel

Newroz Ûysal diyar kir bi salan e neavakirina meclisên taxan û komîsyonan, bû sedema kêmasiyan û wiha axivî:

Divê meclisên tax û gundan jinûve bên avakirin. Ev yek bûye sedema şikestinekê.

Civînên tên lidarxistin di warê têkoşînê de ji bo wan pir girîng in.

Em ê bi encamên civînan re nexşerêya heyama nû diyar bikin. ”

“Divê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bên dewlemendkirin”

Bi domdarî Newrozê anî ziman ku di civînan de qelsiya têkoşîna li dijî tecrîda li ser Rêber Apo jî hatiye rexnekirin û got:

Divê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo bên dewlemendkirin.

Parlamentera Partiya Çepên Kesk yê Şirnexê Newroz Ûysal di dawiyê de destnîşan kir ku di hemû nîqaşan de tişta derkt holê esasgirtina siyaseta Rêya Sêyem bû û divê têkoşîn li gor wê be.

Li Bakurê Kurdistanê di civînên gel de berteka ji bo tecrîdê: Divê bêtir bibe rojev

Back to top button