Komeleya rojnamegeran a Dîcle Firatê 2. kongreya xwe li dar xist

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê 2’yemîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe li dar xist û rêveberiya xwe ya nû diyar kir
Di kongreyê de hate gotin:“Em ê li ser şopa Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz dewam bikin û dest ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), 2’emîn kongreya xwe ya asayî li avahiya xwe ya Yenîşehîr a Amedê li dar xist.

Kongre, ji bo şehîdên çapemeniyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Di kongreyê de pêşiyê dîwan hat diyarkirin û dû re jî rêveberiya nû hat hilbijartin.

Rêveberên berê, endamên saziyê û gelek rojnameger tev li kongreyê bûn.

“Sê operasyonên mezin li dijî çapemeniya azad hatin kirin”

Di destpêka kongreyê de rojnameger Kadrî Esen axivî û bi bîr xist ku sê operasyonên mezin li dijî çapemeniya azad hatin kirin.

Esen, diyar kir ku hêj jî, Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû jî di nav de gelek hevalên wan girtîne û got:

“Em weke rojnamegerên ku li Kurdistanê xebatan dikin, rêxistinbûyîna xwe ya rojnamegeriyê didomînin.”

Dû re Hevserokê DFG’ê Serdar Altan ku nû ji Girtîgeha Amedê derket, dest bi axaftinê kir

“Zextên li dijî çapemeniya azad ji bo çewisandin û astengkirinê ye”

Serdar Altan destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke gelek giran de derbas dibin û wIha got:

Di vê rêkê de gelek berdelên giran hatin dayîn.

Hevalên niha dixebitin hemû jî şopdarên şehîdên çapemeniya azad û kevneşopiya wê ne.

Di dewamê de Altan, bal kişand ser rojnamegerên ku duh ji ber “tiwîtekê” hatine binçavkirin û diyar kir ku ev zext ji bo çewisandin û astengkirina çapemeniyê ye.

Dû re rojnamevan Berîvan Altan peyama hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû ku niha di Girtîgeha Jinan a Sîncanê de tê ragirtin, xwend.

“Em ê li ser şopa Apê Mûsa û Gûrbetellî Ersoz dewam bikin”

Di peyama Dîcle Muftuoglû de hate gotin:

DFG ku ji bo rojnamegerên her car di şopa heqîqetê de ne bûye zemînek, wê hemû gavan ji bo rojnamegeran bibe qadek azad.

Bi zext û girtinan tu carî nikarin me bitirsînin.

Em weke şopdarên Apê Mûsa, Gûrbetellî Ersoz dê her gavan nivîsandina heqîqetê dewam bikin.

 Di kongreyê de DFG’ê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

Piştî axaftin û peyaman Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê rêveberiya xwe ya nû diyar kir

Back to top button