Li Mexmûrê çalakiya nobetê ya li dijî tecrîdê bi koma sêyemîn didome

Çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê Apo
di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi koma sêyemîn didome.

Çalakiya nobetê ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya li hember tecrîda girankirî a li dijî Rêber Apo didome.

Çalakiya ku di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin bi dewir girtina koma sêyemîn berdewam dike.

Li ser navê koma duyemîn Emîn Mijînî axivî.

Emîn Mijînî di destpêka axaftina xwe de tecrîd şermezar kir û wiha got:

“Ev tecrîd li dijî giştî gelê Kurd û Kurdistanê tê pêkanîn.

Pêwîste gelê Kurd li hember vê tecrîdê yekîtiya xwe çêbike.”

Piştî axaftinê çalakî ji aliyê koma Meclîsa Îştar ve hat dewir girtin û dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin berzkirin.

Li Mexmûrê koma duyemîn çalakiya nobetê dewr girt

Back to top button