Şêniyên kantona Qamişlo cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Îbrahîm Mislet û Subah Sedûn li Goristana Şehîd Îsmaîl a Amûdê oxir kirin.
Her du şervanên Hêzên Erka Xweparastinê di 28’ê Tîrmehê de di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li gundê Xirbê Xwê yê navçeya Amûdê şehîd bibûn.
Bi hezaran pêkhateyên navçe, bajarok û gundên kantona Qamişlo tev li merasîma oxirkirinê bûn.
Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Ebdulbasit Elî axivî û wiha got:
“Gelê me bi hezaran şehîd da û serî netewand.
Ji me tê xwestin ku em dev ji şehîdên xwe bernedin.
Çekên wan li hember êrişên dewleta Tirk rakin ji bo ku tola wan hilînin û herêmên xwe biparêzin.”
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Amûdê Mihemed Seîd Ferso jî axivî û tevahî şehîdên azadiyê di kesayeta şehîd Îbrahîm û Subah de bi bîr anîn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest.
Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeyên şehadeta her du şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Di dawiyê de girseya gel cenazeyê her du şehîdan li Goristana Şehîd Îsmaîl a navçeya Amûdê veşartin.