Di topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li dijî gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê de 3 welatî birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’ê parve kirine dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Til El Leben ê navçeya Til Temirê bi çekên giran topbaran kirin.
Di encama topbaranê de 3 welatiyên bi navên; Omer Sadiq Şêx Elî, Mehmûd Mihemed El Meyûf û Ehmed Elî Mihemed birîndar bûn.
Her sê kesên birîndar rakirine nexwaşxwaneya Şehîd Lêgerîn û niha li wir têne dermankirin.
Her wiha hate ragihandinê ku di encama topbaranê de zirarên madî li mal û milkên welatiyan çêbûn.