Dagirkeran gundê Til Liben ê Til Temir bi dijwarî topbaran kir.
Artêşa Tirk nuqteyek hêzên hikûmetê a li Şehbayê bombebaran kir, di encamê de leşkerek hate kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Vê sibehê jî Navçeya Til Rifet hate topbaran kir.
Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe ên bi top û balafirên bi çek li dijî herêmê dewam dike.
Dagirkeran bi topban gundê Til Liben yê girêdayî navçeya Til Temir topbaran kir.
Di encamê de, zirar gihaşt malên welatiyan.
Artêşa Tirk nuqteyek hêzên hikûmetê li Şehbayê topbaran kir
Di seatên nîvro de, dironek bi çek ya dagirkeriya Tirk xalek hêzên hikûmeta Şamê a li Minix ya Şehbayê bombebaran kir.
Di encamê de, leşkerekî hêzên hikûmetê hate kuştin û 6’ê din jî birîndar bûn.



