PYD: Îsa Hiso jiyana xwe kir xizmeta doza welatê xwe

PYD’ê şehîd Îsa Hiso di salvegera şehadeta wî ya 10’an de bi bîr anî û got:
“Welatparêzek bû ku jiyana xwe kiribû oxira doza welatê xwe.”

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi rasthatina salvegera 10’an a şehadeta şehîd Îsa Hiso daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de meclisê qala têkoşeriya şehîd Îsa Hiso kir û got: “Welatparêzek bû ku jiyana xwe kiribû oxira doza welatê xwe.

Di jiyana me de mohra wî hîna zindî ye.

Bi keda wê re têkoşîn mezintir bû. Ev jî îsbat dike dijminên ku armanc dikir doza gelê me asteng bikin têk çûn.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ji bo biserxistina projeya demokratîk, fedakariyên mezin pêwîst in û şehîdbûna welatparêzan di vê rêyê de, îsrara wan a li ser pêkanîna van armancan nîşan dide û

Meclisê di dewamiyê de soza şopandina rêya şehîdan û parastina nirxên nîştimanî da.

Şehîd Îsa Hiso 30’yê Tîrmeha 2013’an li Qamişlo şehîd bibû.

DOKUMENTER-Stûna Rojava-Îsa Hiso

Back to top button