Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyeke xurt didome

Li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê, ku bi boneya şikandina tecrîda girakirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê Abdullah Ocalan, Çalakiya Nobetê hatibû destpêkirin, ji aliyê koma 14’an hat dewrgirtin.

Xelkê wargehê û çalakvanan li Saziya Malbatên Şehîdan ya Wargeha Mexmûrê kom bûn.

Deqeyek rêz ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê hat girtin.

Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 13’emîn Eyşê Arzû Îlhan axivî.

Eyşê Arzû Îlhan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo şermezar kir û got:

“Ev neheqiya li Rêberê me tê kirin û ev êrîşên ji aliyên dagirkerên Tirk li ser gerîlayan em qebûl nakin.

Ji bo em Rêber Apo azad di nav xwe de bibînin, divê gel rabin serhildan û mitîngan.”

Piştî axaftinê koma nû bi dirûşmesyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ çalakî dewr girt.

Çalakiya nobetê ya ji bo şikandina tecrîdê bi koma 13’emîn didome

Back to top button