Malbatên Şehîdan: Gunehê PDK’ê mezine û nayê efû kirin

Malbatên şehîdan ên Helebê hevkariya PDK ê bi dewleta Tirk re şermezar kirin û gotin; ”Tevgera ku hêzên mezin nekarî tune bikin, xiyanet pê nikare.”

Bavê şehîd Çekdar Mihemed Xelîl diyar kir ku PDK bi xiyanetê tê naskirin.

Xelîl destnîşan kir ku PDK bi dijmin re plan dike çawa êrişî şervanan bike û wan şehîd bixe.

Xelîl got: “Divê PDK şiyar be û dev ji vê xiyanetê berde.”

Bavê şehîd Kacîn, Xelîl Bîlal jî da zanîn ku PDKê îsbat kir ku têgeha xiyanetê taybetmendiyeke wê ye ji ber dema navê xiyanetê têbihîstin yekser ew tê bîra mirov .

Bîlal di dewamê de wiha anî ziman:

“Bi yekitiyê em ê bi ser bikevin.

Dawiya xiyanetê ji xwe diyar e.

Divê PDK fêm bike ku gerîla Başûr ji dagirkeriya Tirk diparêze.”

Dayîka şehîd Têkoşîn û şervan Rustem Ewaş Mihemed jî derbarê heman mijarê de destnîşan kir ku gunehê PDK’ê mezin e û nayê efûkirin û wiha domand:

“Bi şehîdxistina zarokên me dilê me şewitand.”

Xwişka şehîd Mûnzûr û Berçem Nûra Îbrahîm jî got:

” Gerîla dê bi ser bikevin.Xiyanet jî bi me nikare. Bila PDK’ê vê baş fêm bike.”

Back to top button