Siyasetmedarên Kurd li dijî zagona înfazê kampanya dan destpêkirin

Siyasetmedarên Kurd ên li Bakur diyar kirin ku zagona înfazê ya ji bo Vîrusa Coronayê divê ji bo hemû girtiyan be û ewê îro li ser hesabên medyaya civakî kampanyaya parvekirina videoyan dest pê bikin. 

Zagona Înfazê ya ji bo girtî bi Vîrusa Koronayê nekevin, li Komisyona Edaletê ya Meclîsê hat qebûl-kirin.

Li gelek cihan girtî hatin berdan, lê li Tirkiyê girtiyên siyasî li derveyî Zagona Înfazê hatin hiştin.

Ji bo girtiyên siyasî jî di nava Zagona Înfazê de cihê xwe bigirin, îro ewê siyasetmedarên kurd ên Bakurê Kurdistanê li ser hesabên medyaya civakî kampanyaya parve-kirina videoyan dest pê bikin.

Siyasetmedarên kurd diyar kirin ku divê di zagona înfazê de wekhevî pêk were û demildest deriyê hemû girtîgehan bên vekirin.

Back to top button