Gulum: Hikûmeta AKP’ê wê bibe sedema mirina girtiyên siyasî

Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum destnîşan kir ku ji ber vîrûsa corona, ger hikumet tedbîran li girtîgehan negirin wê bibe sedema mirina wan.
Her wiha Zuleyha got: Tecewiz-kar tên berdan, lê girtiyên siyasî tên paşguh-kirin. Ev yek nayê qebûlkirin.

Vîrûsa Corona hîna bi rêjeyeke bilind li tevahî welatan belav dibe.

Li Tirkiyê jî, ji ber xemsariya hikumetê qurbanên vîrûsê her roj bêtir dibin.

Têkildarî vê yekê, Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum balkişand ser rewşa girtiyên siyasî.

Zuleyha Gulum destnîşan kir ku negirtina tedbîrên pêwîst li girtîgehan wê bibe sedema mirina gelek mirovan. Tevî metirsî li ser jiyana girtiyan heye, lê heta niha ji bo girtiyên siyasî ti guhertin nehatiye kirin.

”Tecawizkar tên berdan, ev nayê qebûl kirin”

Gulum bal kişand ser ne-wekheviya qanûnên bicihanîna ceza yên berê li Tirkiyê hatin amadekirin û diyar kir ku dadgerî ji xwe mîna mekanîzmayeke ji bo bê-dengkirina mûxalefeta civakî dixebite.

Parlamentera HDP’ê da zanîn ku cezayên dîsîplînê yên li girtiyên siyasî hatine birîn, bê-bingeh in û hiqûq di nav de tune ye. Li dijî girtiyên siyasî zext, êşkence û mafê mirovan tê binpêkirin.

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum diyar kir ku tevî raporên Tipa Edlî girtiyên nexweş, nayên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî:

Guhertina ku desthilatdariyê kiriye, encama kîn û nefreta li mûxalîfên siyasî ye.

Ji bo mafya, çete û tecawizkaran efû tê ragihandin.

Bi vî rengî nayê qebûlkirin.

Back to top button