Siyasetmedar Şerîf Dûrmaz: AKP bi rêya tecrîdê dixwaze civakê biçewisîne

Endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Çepên Kesk siyasetmedarê Kurd Şerîf Dûrmaz diyar kir ku AKP bi tirs tecrîda li Îmraliyê giran dike û got:
“AKP bi rêya tecrîdê dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne.”

Siyasetmedarê Kurd Şerîf Dûrmaz tecrîda li Îmraliyê bi ne mirovî bi nav kir û got:

“Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin , ne wijdanî û ne jî exlaqî ye.

Bi taybetî tecrîda li ser birêz Ocalan polîtîk e û 25 sal in didome.

Ev 3 sal in nahêlin bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.

CPT di mehên bihurî de ziyaret kir, lê der barê hevdîtinê de tu daxuyanî nehat dayîn.”

Şerîf Dûrmaz diyar kir ku AKP bi tirs tecrîda li Îmraliyê giran dike û got:

“AKP bi rêya tecrîdê dixwaze civakeke welê biafirîne ku serî li ber ditewîne.

Ev yek taybet piştî hilbijartina 7’ê Hezîrana 2015’an ket meryetê.

Ji ber encama ku Erdogan û AKP’ê dixwest û plan kiribû bi ser neket.”

Dûrmaz herî dawî bang li hemû kurdan kir ku li dijî tecrîdê asta têkoşînê mezin bikin.

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardariyeke xurt didome

Back to top button