KJK’ê û NPG’ê salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîroz kirin

Komaleya Jinên Kurdistanê-KJK’ê û Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê bi daxuyaniyên cûda salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê pîrozkirin û gotin:
“Bi destpêkirina sala 46’an a PKK’ê re ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me, ji bo şikandina êrîşên qirkirinê û avakirina Kurdistana Azad, li Kurdistana azad afirandina jiyaneke azad û jin a azad, em ji her demê bêhtir bi biryar in.”

Komaleya Jinên Kurdistanê-KJK’ê bi wesîleya salvegera 45’an a damezrandina PKK’ê daxuyaniyek da.

KJK’ê di daxuyaniya xwe de salvegera damezrandina PKK’ê ku roja vejîna jinê û gelê Kurd e di serî de li Rêber Apo pîroz kir ku wiha got:

“Partiya me PKK’ê ku di her kêliya 45 salan de têkoşiya, li çar parçeyên Kurdistanê ji bo azadiya gelê me li ber xwe da.

PKK’ê partiya afirandina hêvî û azadiyê ye. Partiya gelê Kurd, sosyalîst, demokrat, karker, ciwan, jin û zarokan e.”

KJK: PKK’ê bû şêweyekî jiyanê û ruhê azadiyê

KJK’ê eşkere kir ku Partiya PKK’ê di nava tecrûbe û destketiyan de mezin bû û wiha anî ziman:

“Îro li her devera cîhanê ji 7 salî heta 70 salî her kes dirûşma ‘PKK gel e, gel li vir e’ diqîre.

PKK’ê li Kurdistanê nebû partiyeke ji rêzê, bû şêweyekî jiyanê û ruhê azadiyê.

Rêber Apo mirovên Kurd ên ji ber mêtingeriyê li ber tunebûnê bûn, bi PKK’ê re gihand nirxên mirovahiyê.

PKK nîşaneya nirxên mirovî, azadî, rûmet, exlaq û wijdanê civakê ye.

Rêber Apo pê hesiya ku cihê jinê di nava civakê de di statuya zayenda duyemîn de ye, bi rengê herî radîkal li ber vê yekê rabû û PKK kir qadeke ku jin karibin xwe lê îfade bikin.”

“PKK’ê gihîştiye asteke navneteweyî”

KJK’ê da zanîn ku jinên Kurd ku di bin zexta mêtingerî û feodalîzmê de bêhn lê hatibû çikandin, bi PKK’ê re xwe nas kir û wiha axaftina xwe domand:

“Partiya jinê, yekîneyên xweparastinê yên jinê, sîstema konfederal a jinê ya demokratîk û jineolojiyê bûne çavkaniya sûdwergirtinê ji hemû jinên li cîhanê re.

Partiya me ku dewleta Tirk a faşîst her sal îdîa dike ku qedandiye, berevajî vê yekê her sal mezin dibe.

Partiya me ji sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas bûye, gihîştiye asteke navneteweyî.

Em bang li gelê Kurd, dostan, jin û ciwanên bi ruhê ciwan ê PKK’ê dikin, ku jiyaneke azad, demokratîk û wekhev hîn bi xurtî ava bikin.”

NPG: PKK gelê me ji qirkirinê rizgar kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel-NPG’ê jî cejna vejînê bi peyamek pîroz kir û got:

“PKK û Tevgera Azadiyê ku ji aliyê Rêber Apo ve weke diyariya herî mezin ji mirovahiyê re hatiye dayîn.

Partiya me PKK ji bo gelê Kurdistanê mîladek e û ji bo hemû gelên bindest jî bûye hêvî.

PKK’ê gelê me yê li ber qirkirin û tunebûnê, rizgar kir. Gelê me yê ku hatibû wê rewşê ku nasnameya xwe înkar dikir,

bi têkoşîna dîrokî ya Rêber Apo ji nû ve ji dayik bû û bû rastiyeke gel a bi serhildanan bi pêş dikeve û ber bi serketinê ve dimeşe. ”

NPG’ê di daxuyaniya xwe de sozo şopandina xeta fedaiyan da û teqez kir ku dê têkoşîneke bêeman bimeşînin û sala 46’an bikin sala serkeftinê.

KCK’ê salvegera damezrandina PKK’ê pîroz kir

Back to top button