
Aktîvîsta TJA’yê Zelal Bîlgîn ragihand ku desthilatdarî bi rê û rêbazên êşkenceyê hewl dide civakê lawaz bike. Zelel got:”Tirsa ku hûn diafirînin wê bi wêrekiya me belav bibe, divê ev yek baş fêhm bikin.”
Li dijî operasyonên qirkirina siyasî, girtinan û mohrkirina KCD’ê bertek zêde dibin.
Endama Desteya Rêveberiyên Xwecihî ya HDP’ê û aktîvîsta TJA’ê Sevîl Rojbîn Çetîn ku doz lê hatiye vekirin di roja 26’ê Hezîranê polîsan bi kuçikan bi ser mala Sevil de girtin û îşkence lê kirin.
Aktîvîsta TJA Zelal Bîlgîn, nerazîbûn nîşanî êşkenceya li Sevîl hat kirin da û got:
Rêjîma faşîst her ku diçe asta êşkenceyê bilind dike û veguherandiye rêbaza konsepteke nû.
Li gel vê li welatî û aktîvîstên jin êrîş pêk tê û êşkence li wan tê kirin.
Li pêşiya siyaseta demokratîk tê girtin û dixwazin siyaseta demokratîk bêdeng bikin.
Zelal Bîlgîn anî zima ku Sevîl Rojbîn Çetîn di şert û mercên awarte de hatiye destgîrkirin û wih domand:
Li dijî welatiyan hêzek mezin a tundiyê hatibû bikaranîn, Aktîvîst Rojbîn bi tenê li malê rûdine, dema polîs bi ser malê de digrin kuçikan wekî amûrê êşkenceyê bikar tînin û êşkence li Rojbînê kirine.
Li gel vê yekê walîtiya dewletê tundiyê rewa dike.
Li gel hemû aliyên aştiyane û demokratîk, rejîm bi rêbaza şer êrîş dike.
Têkoşîna jinê di roja îro de destpê nekiriye, têkoşîna jinê xwedî dîrokekê kevnare.
Bi van rê û rêbazan ti hêz nikare îradeya jinê bişkîne.