Navendeke tîma Noqvanan li qeraxa çemê Firatê hat avakirin

Tîma Destwerdana Destpêkê ya beşa Noqvanan, navendeke awarte li qeraxê çemê Firatê ava kir.

Rêveberê Tîma Destwerdana destpêkê ya noqvanan li Reqayê Yesir Xemîs diyar kir ku beşa Noqvanan girîngiyek xwe ya mezin ji bo alîkarî û xilaskirina xelkê ji xeteriya qenîqînê heye.

Di demên dawî de gelek şêniyên herêmê ji bo geştyariyê diçin ber çemê Firatê, lewma rewşên noqbûnê zêde dibin.

Ji ber vê yekê Tîmên Destwerdanê belavokan li ser şêniyan belav dikin.

Yesir Xemîs da xuyakirin ku endamên wan a Tîma Noqvanan ji seat 9’an heta 7’ê êvarê dixebitin û
li gel wan tevahî alavên guncav hene.

Beriya çend rojan 4 rewşên noqbûnê li çemê Firatê hatin tomarkirin.

Back to top button