TEV-DEM ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da

TEV-DEM û Kongra-Star bi daxuyaniyên cûda ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê da û dazanîn ku Leyla Mistefa ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad de roleke sereke ya civakî û siyasî list.
Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê Mezlûm Ebdê jî li ser hesabê xwe yê fermî yê X peyamek weşand û sersaxî ji malbata wê û ji herêmê bi giştî re xwest.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber wefata Leyla Mistefa peyama sersaxiyê weşand.

TEV-DEM′ê di peyama xwe de diyar kir ku Leyla Mistefa yek ji stûnên avakirina sîstema Rêveberiya Xweser li Girê Spî û Reqayê bû û wiha got:

“Leyla Mistefa pêşengiya xebatên avakirina bajarê Reqayê dikir.

Ji bo avakirina civakeke demokratîk û azad de roleke sereke ya civakî û siyasî di nava tevahî pêkhateyan de list.

Bi vê wesîleya bi êş, em sersaxiyê ji malbata Leyla Mistefa re dixwazin.”

Kongra Star: Leyla Mistefa sembola fedekarî û dilsoziyê bû

Kongra star jî bi peyameke sersaxî ji malbat û hevreyê Leyla Mistefa re xwest

Di peyamê de wiha hate gotin:

“Leyla Mistefa jineke asayî bû, sembola fedakarî û dilsoziyê bû, Nimûneya jineke azwer bû.

Leyla roleke mezin di şerê îdyolojiya tundrew a DAÎŞ ê de lîst heta ku aramî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû pêkhateyan de serwer bû.”

Mezlûm Ebdê: Leyla Mistefa sembola jina azad bû

Derbarê heman mijarê de fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdê jî li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê peyamek weşand.

Mezlûm Ebdê di peyama xwe de wiha got:

“Bi xemgîniyeke mezin em xatir ji hevseroka yekem a Meclisa Sivîl a Reqayê, Leyla Mistefa dixwazin.

Piştî têçûna DAIŞ’ê, endazyara pêşeng Leyla, roleke girîng di nû avakirina bajarê Reqayê de lîst.

Leyla, sembola jina azad bû, ji bo avakirina sîstema Rêveberiya Xweser têkoşîneke mezin nîşan da û pêvajoya têkbirina hişmendiya terorîst a DAIŞ’ê bi rê ve bir.

Leyla, rêbereke mezin û sembola wekhevî û mirovahiyê bû.”

MSD: Leyla di jinûve avabûna Reqayê de xwedî roleke mezin bû

Meclisa Sûriya Demokratîk jî peyama sersaxiyê ji ber wefata Endeziyar Leyla Mistefa Weşand û da zazîn ku Leyla di avabûna Reqayê de piştî têkbirina DAIŞ ê xwedî rol bû.

Peyama MSD’ ê wiha ye:

“Bi wefata wê tevahî Sûrî û bi taybet Reqa jineke pêşeng, xwedî hêz ji dest da.”

MSD’ ê destnîşan kir ku têkoşer Leyla di pêvajoya avakirin û xurtkirina biratiya Gelan û hevkariya di navbera pêkhateyan de mîraseke mezin hişt û gelek keda da.

Back to top button