33 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed 33 rojin windaye û ti agahî jê nayê girtin.
Rojnamevan Rengîn Selam û Helbestvan Omêd Ehmed li ser revandina Silêman Ehmed û rewşa azadiya rojnamevanî ya li Başûrê Kurdistanê axivî û wiha gotin:
“Em ê doza wî bigihînin civaka navnetewî û hemû saziyên ku li ser azadiya çapemeniyê dixebitin.”

Edîtorê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed 33 rojin ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye windakirin.

Têkildarî rewşa Silêman tu agahî tine ye.

Ev yek li nava rojnamevan û xelkê başûrê Kurdistanê jî bûye cihê nerazîbûnê.

“Revandina Silêman Ehmed binpêkirina yasa û azadiya ramanê ye”

Rojnamevan Rengîn Selam têkildarî revandina Silêman Ehmed axivî .

Rengîn Selam diyar kir li başûrê Kurdistanê bi awayek giştî girtina rojnamevanan û hiştina wan a di girtîgehan de bûye tiştek ji rêzê û got:

“Divê desthilata dadwerî vê rewşê bi awayek baş di ber çavan re derbas bike.

Rojnamevan li gelek cihan de kar dikin nabe rojnamevan ji ber cihê têde kar dike were girtin û bixin girtîgehê.”

Çalakvan Ednan Qadir jî diyar kir li başûrê Kurdistanê her tiştek ne di berjewendiya desthilatê de be, xwe bêdeng dike.

Helbestvan Omîd Ehmed: Ji bo azadiya Silêman Ehmed divê em hemû têbikoşin

Helbestvan û çalakvan Omêd Ehmed jî peyamek vîdyoyî derbarê revandina Rojnamevan Silêmanî Ehmed belav kir.

Omêd Ehmed di peyama xwe de got:

“PDK ji ber dosyaya girtiyên li Badînanê li cîhanê gelekî şerm kiriye û niha jî divê em hemû ji bo azadkirina Silêman Ehmed bibin yek.

Ji bo berdana rojnamevan Silêman Ehmed divê ew hemû bibin yek.”

Rojnews: Asyişa Dihukê hevdîtina parêzer a bi Silêman re astengikir

Back to top button