Êrişên rojane yên dewleta Tirk a qirker nebesin bi ser de dorpêça hikumeta Şamê.
Lê hêlekê dewleta Tirk bi riya balafiran binesaziya herêmê û dibistanên perwerdeyê dike hedef û zarkon bê xwendin dihêle.
Li hêlekî din hikumeta Şamê bi riya dorpêça hişk, bi hezaran xwendekar ji xwendinê pê par dihêle.
Ev tenê di hundirê bakur û rojhilatê Sûriyê de.
Ku dixwazin bi riya van siyasetên xwe yên qirêj, xelkê deverê bêzar bikin û jiyana wan bitevizînin.
Desteya Şaredariyan a şehbayê hişyarî da û got eger dorpêç bidome dê gel bi aloziyên jiyanî re rû bi rû bimîne.
14 hezar û 500 xwendekar ji perwerdeya nivîsandin û xwendinê bê par man.
Em behsa xwendekarên herêma Şehbayê dikin.
Hikumeta Şamê dorpêçekî hişk û giran li xelkên wê deverê û koçberên Efrînî sepandiye.
Ji ber dorpêçê sotemenî nemeya û jiyan sekin ye.
Hikumeta Şamê nahêle madeyên xwarinê, pêdiviyên zarokan û sotemenî derbas bibin.
Dorpêça hikumeta Şamê jiyana hezaran kesî li Şehbayê tevizand
Erebe kar nakin û li malan jî ev 3 roj elektirîk bi temamî qut e.
Lewma ji mecbûrî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Efrîn û Şehbayê biryara rawestandina perwerdeyê da.
Desteyê têlidarî mijarê biryar-nameyek derxist û got:
Ji ber şert û mercên li kantona Efrîn û Şehbayê, nebûna sotemeniyê û rawestandina erebeyan, perwerde li hemû dibistanan û peymangeha Şehîd Viyan Amara hat seknandin.
Desteyê anî ziman ku perwerde heta demeke nediyar rawestiya.
Ji ber dorpêça hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li kantona şehba jiyan teviz ye.
Hevserokê şaredariya Şehbayê hişyarî da
Hevserokê Desteya Şaredariyan a kantona Efrîn û Şehbayê Mihemed Şêxo têkildarî mijarê axivî û got:
“Rewşa şaredariyê dijwar e û ji ber dorpêçê gelek zehmetiyan dikişînin.
“Ji ber nebûna sotemeniyê, me projeyên xwe yên avakirin û sererastkirina rêya rawestandin.
Şêxo hişyarî da û anî ziman ku eger dorpêç bidome, nexasim di demsala Zivistanê de dê aloziyên mezin rû bidin.
Şêxo bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku dawî li dorpêçê bînin.