Li Silêmaniyê li dijî tundiya li ser jinan meşek hate lidarxistin

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê,Rêxistina Azadiya Jinên Kurdistanê-RJAK’ê li Silêmaniyê meşek li darxistin.

Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanî doh li Silêmaniyê meşek hate li darxistin.

Meşa bi beşdariya bi dehan jin, çalakvan û welatiyên bajêr bi dirûşmeya’Jin Jiyan Azadî’ destpêkirin.

Piştî girse gihîşt li ber Baxê Giştî ji aliyê rêxistinên jinan ve daxuyaniyek hate dayîn.

Û daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Heta jin azad nebe azadiya civakê pêk nayê, heta jin azad nebe mêr azad nabe”

Di dawiya daxuyaniyê bang li ji bo hemû rêxistinên jinan ê Başûrê Kurdistanê hate kirin ku li dijî tundiya li ser jinê bi yek helwestî rawestin.

Li Şengalê jinên Êzidî û Ereb li dijî tundiya mêran meşiyan

Her wiha li Şengalê jî Bi sedan jinên Êzidî û Ereb bi pêşengiya TAJÊ û meşeke girseyî li dijî tundiya li ser jinê lidar xistin.

Meş li ber Meclisa Gel ya Sinûnê destpê kir.

Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico daxuyaniyek da û got:

“Heya niha 74 ferman hatine ser civaka me û qurbaniyên herî mezin jî jin bûne.

Di fermana herî dawî de jî bihezaran jin hatin revandin firotin.

Ev tundî hîn jî li ser jinên Êzidî tê meşandin.

Ewê weke jinên Êzidî li her dere li dijî tundiya li ser jinê têbikoşin.”

Meş bi dirûşmeyên, ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.

Li Şamê jinan bi boneya 25’ê mijdarê meşeke lidarxistin

Back to top button