Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk cihên hev topbaran kirin

Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de dewam dike.
Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li herêma navê “Bê Çek” lê tê kirin cihê hev topbaran kirin..
Li Deraa jî ji ber topbarana hêzên Hikumetê, 5 çekdar hatin kuştin..

Şerê di navbera Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de dewam dike.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmetê û çeteyan li gelek derverên ku navê herêma “Bê Çek” lê tê kirin cihê hev kirin armanc..

Hate diyarkirin Hêzên hikûmta Şamê bi çekên giran nuqete û navendên çeteyan yên li başûrê Idlibê topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikûmetê êrişî derdora Kebanê ya li Cebel El-Ekrad a li bakurê Lazqiyê jî kirin..

Li aliyê din, çeteyên “Fetih El Mûbîn” bi topan û mûşekan êrişî nuqetên hêzên hikûmeta Şamê yên li gundewarên Hema û Laziqiyê kirin.

Di encama êrişên çeteyan de yek ji wan paybilind 5 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li Derayê kesek û 5 çekdar hatin kuştin

Li Derayê jî rewşa aloz û tevilheviyê dewam dike

Hêzên hikûmetê li Dera El Beled bi muşekan cihê komên çekdar ên herêmî topbaran kirin..

Di encamê de 5 çekdar hatine kuştin.

Li bajarê Tefis ê rojavayî Derai jî di encama êrişeke ji aliyê kesên nenas ve kesek hat kuştin û yek jî birîndar bû.

Hate ragihandin ku kesê hatiye kuştin têkiliya wî bi çeteyên DAIŞ’ê re hebû.

Li Deraa ji ber bermahiyên şer zarokekî jiyana xwe ji dest da

Her wiha çavdêriya mafên mirovan a Sûrî ragihand ku beriya 2 rojan li Deraa El Beled ji ber teqîna mayînekê ji bermahiyên şer, 5 zarok birîndar bûbûn.

Ji birîndaran, zarokekî îro li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Back to top button