Li Helebê “Meşa Rûmetê” ya destekdayîna gerîla

​​​​​​​Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star meşeke girseyî li Helebê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û Şengalê li dar xist.

Bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, endamên Yekitiya Jinên Ciwan û Kongra Star amade bûn.

Meş li kolanên sereke geriya û diruşmên şermezarkirina êrişan û îxanetê hatin berzkirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Hêva Bekir axivî û da zanîn ku ew ê li ser şopa şehîdan, fikir û felsefeya rêber Ocalan bimeşin û destekê bidin gerîla.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Amîne Xidro jî êrişên li dijî gerîla şermezar kirin û got:

“PDK’ê bi îxaneta xwe îsbat dike ku li dijî biratiya gelan û projeya neteweya demokratîk e.”

Amîne Xidro bang li civata navneteweyî kir edalet û wekheviyê pêk bîne û sînorekî ji êrişên dewleta Tirk a dagirker re deyne.

Back to top button