Li bajarê Hesekê yekemîn Akademiya HPC-JIN li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat vekirin.
Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC) yekemîn akademiya xwe ya fikrî-leşkerî bi navê ʹʹŞehîd Mizgîn Efrînʹʹ ya li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li bajarê Hesekê vekir.
Di merasîma vekirinê de endamên saziyên sivîl û Meclisa Malbatên Şehîdan amade bûn.
Di merasîmê de endama rêveber a HPC-Jin a Qamişlo Mizgîn Hesen vekirina akademiyê pîroz kir û got:
“Rêber Ocalan banga azadiya fikrî ya jinan dike.
Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê divê li ser vê yekê bixebitin.”
Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star Rîhan Loqo jî bal kişand ser rola jinan di Şoreşa 19′ê Tîrmehê de û wiha dewam kir:
“Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê roleke girîng di pêşxistina binesaziya civakê de radibin.”
Piştî axaftinan, dayika şehîd Enwer, Xalîse El Hesen deriyê akademiyê vekir.