Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windakiriyan bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 919”an de çalakiya xwe dewam kirin..
Dayikên Şemiyê vê hefteyê li kujerên 3 welatiyên ku 27 sal berê li gundê Agaç-li yê bi ser navçeya Geverê ya Colemêrgê ve ji aliyê leşkeran ve hatibûn binçavkirin û pişt re jî hatibûn wendakirin pirsîn.
Endama Komîsyona Windayên di Binçavan de ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê Sebla Arcan daxuyanî xwend.
Arcan destnîşan kir ku ew li dijî windakirin û binpêkirinên mafan in ku desthilatdarî dixwaze bi civakê bide jibîrkirin û got:
“Malbatên her sê qurbaniyan ji bo li aqûbeta zarokên xwe bipirsin çûne tabûra leşkeriyê û hatiye eşkerekirin ku her sê qurbanî hatine gulebarankirin, şewitandin û avêtine ava di ber tabûrê re derbas dibe.”
Di daxuyaniyê de banga edaletê hat kirin.