Berpirsa Karên Derve ya Yekitiya Niştîmana Kurdistanê YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed serkefrina QSD’ê li dijî DAIŞ’ê pîroz kir û wiha got:
Em bi serkeftina şoreşa Rojava serbilind in.
Şanaz Îbrahîm bi daxuyaniyekê diyar kir ku şoreşa gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê destpêka ezmûneke nû ya rêvebirin û Newetbûnê ye û got:
Şoreşa Rojava di pratîkê de navenda kongreya netewî ji bo Kurdistaniyan ava kir.
Xwîna Musayê Rojhilatî, Gîvarayê Başûr, Egîdê Bakur û Arîna Rojava bûne cewhera yekrêziya netewa me.
Şanaz Ibrahîm serkeftina QSD’ê li hemû gelê Kurd pîroz kir û wiha domand:
Berxwedana Rojavayê Kurdistanê ya li dijî çeteyên DAIŞ a bi pêşengiya şervanên YPG û YPJ’ê cihê şanaziyê ye.
Berpirsa Karên Derve ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm li ser Yekîtiya Netewî jî ev tişt anî ziman:
Me yekitiya netewî di dema ku komek gerîla û hêzên Rojavayê Kurdistanê bi hewara Êzidiyan û Şengalê hatin, gerîla ji bo parastina Kerkûkê hatin û dema ku pêşmerge ji bo piştgiriya şervanan çûn Kobanê dît.