Rêveberiya sivîl a Tebqayê berxwedêrên Kobanê silav kir

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê û Nûnertiya Rêveberiya Xweser ya li Başûrê Kurdistanê berxwedana Kobanê silav kirin û diyar kirin ku şervanên YPG-YPJ’ê li dijî DAIŞ’ê cîhan parastin.

Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê, endamên sazî, komîte û nivîsgehên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, daxuyaniyek dan.

Daxuyanî li ber avahiya rêveberiyê ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Tebqayê Mezlûm Omer ve, hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê ya bi serkêşiya YPG, YPJ û gel, li tevahî cîhanê bû semboleke rasteqîn a dîroka berxwedanan.

Her wiha hate diyarkirin ku bi saya îradeya YPG, YPJ û gel, zilm hat şikandin û tevahî xeyalên bidawîkirina sîstema demokratîk hatin têkbirin.

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hemû kesên ku di 1ʹê Mijdarê de piştgirî dan berxwedana Kobanê silav kirin û got:

“Em soz didin malbatên şehîdan û gelê xwe ku em ê di xeta berxwedanê de berdewam bin û teslîmî komplogerên ku hewl didin îradeya me têk bibin, xaka me dagir bikin û projeya me têk bibin, nebin.”

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li başûr: YPG-YPJ cîhan parastin

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Başûrê Kurdistanê jî bi heman armancê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li navenda nûnertiyê ya li Silêmaniyê ji aliyê Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethûllah Huseynî ve hate dayîn.

Huseynî anî ziman ku berxwedana bi pêşengtiya şervanên Kurd YPG/YPJ’ê hate kirin bû berxwedaneke cîhanî û got:

“Têkbirina DAIŞ’ê li zora Tirkiyê çû û bi hevkariya wê berê çeteyan dan herêmê. ”

Huseynî destnîşan kir ku dixwazin vê salvegerê bikin derfet ji bo ku ew sîstema heyî ya Rêveberiya Xweser mayînde bibe û got:

“Niha jî gelek alî naxwazin vê yekê pêk bînin û li hundir û derve dijminatiyê li vê projeyê dikin.”

Back to top button