Endamê KNK’ê Adem Uzun: Duh Sedam, îro jî Erdogan li dijî Kurdan çekên kîmyewî bikar tîne

Dewleta Tirk ya ku li hember gerîlayên azadiyê têk diçe, çekên kîmyewî bikartîne.
Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK Adem Uzun, derbarê êrişên li ser başûrê Kurdistanê û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîla axivî.

Adem Uzun got, “dewleta Tirk li dijî gelê Kurd siyaseta qirkirinê didomîne, di êrişa li ser başûr de hemû teknolojiyê bi kar tîne û hewl dide başûr ji mirovan vala bike.”

Dewleta Tirk a dagirker ji 23’ê Nîsanê ve li dijî başûrê Kurdistanê operasyona dagirkeriyê dane destpêkirin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê armanca dewleta Tirk pûç kirin û êrişên wan têk birin.

Arteşa Tirk a ku nikare li hemberî berxwedana gerîla pêşve biçe û encam bigre, ev nêzî çar mehin çekên kîmyewî bikar tîne.

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK Adem Uzun, derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk ku li dijî gerîlayan bikartîne, ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Adem Uzun da xuyakirin, dewleta Tirk a dagirker bi konsepta tunekirinê ya li dijî gelê Kurd, li pêş çavên cîhanê li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bi kar tîne.

Uzun bi bîr xist ku Sedam Huseyîn jî di navbera salên 1986-1990’î de li dijî gelê Kurd çekên kîmyewî bi kar anîn û got:

“Di êrişên kîmyewî de bi hezaran mirovên me hatin qetilkirin. Îro jî Erdogan û dewleta Tirk heman rêbazê bi kar tînin.”

Adem Uzun destnîşankir ku tevgera PKK’ê yekane hêza ku li dijî siyaseta îmhayê ya artêşa Tirk a li dijî Kurdan disekine û da zanîn Artêşa Tirk, ji bo berxwedana mezin a gerîla bişkîne û gel bitirsîne, di êrişên dagirkeriyê de gazên kîmyewî bi kar tîne.

Adem Uzun anî ziman tevî ku gelek saziyên navneteweyî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk bang li raya giştî kirin, lê ev sazî jî ji aliyê dewletên xwe ve hatin astengkirin û got,

“Ev yek têkiliya berjewendiyê ya dewletan û saziyên mafê mirovan ên navneteweyî radixe pêş çavan.”

Uzun, nameya KCK’ê û PKK ya ji bo vexwendina hêzên navneteweyî a lêkolînkirina rastiyê, carek din bibîr xist.

Adem Uzun: PDK’ê çuyîna heyetên ji bo lêkolînkirina çekên kimyewî asteng kir

Herwiha Uzun, balkişand ser helwesta Hikumeta Başur û Iraqê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî herêmê û got;

“Herî dawî heyetên ku Ewropî jî di nav de bûn, xwestin biçin Başûr, lê heyet ji aliyê PDK’ê ve hatin astengkirin.

Hikumeta Iraqê jî li hember êrişên dagirkeriyê heta niha bê deng maye û bi dewleta Tirk re lihevkirinên cuda yên leşkerî didomîne.

Iraq û hikumeta Başûr şirîkên sûcên şer ên dewleta Tirk in.”

Adem Uzun di dawî de bang li gelê Kurd kir ku piştgiriyê bide berxwedana gerîla.

Back to top button