Li ser agirbestê komên Filistînî yên li Libnanê lihev kirin

Li Kampa Filistîniyan a herî mezin ya li Libnanê, di navbera Tevgera Fetih û Hemasê de bi rojan şer rûda.
Herî dawî koman li ser radestkirina sûcdarên fermandarê ewlehiya netewî ya Filistînê bo dadgehê lihev kirin.

Li gorî malpera El Neşra ya Libnanê, piştî civîna şandeya tevgeran Fetih û Hemasê li balyozxaneya Filistînê ji bo nîqaşkirina rewşên li kampa Eyn El Hîlwa daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de li ser rawestandina tevahî hemleyên çapemeniyê bi hemû şêweyên wê hate lihevkirin.

Hate gotin, divê medyayên dîjîtal agahiyan piştrast bikin û dûre belav bikin.

Divê her du alî pabendî biryara Desteya Xebata Filistînê ya hevbeş û agirbestê bin.

Her du aliyan li hev kir ku tawanbarên Ebû Eşref El Ermoşî û hevrêyên wî û Ebdurehman Ferhod siûqast kirine werin raestkirin.

Ev kes wê bidin dozgeriya Libnanê, da ku tedbîrên guncaw ji bo wan pêk bînin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku xebat ji bo vegerandina koçberan li malên xwe were kirin, dibistan di zûtirîn dem de werin valakirin ku ji nû ve zirarên çêbûne, tamîr bikin û koordîna bi dewleta Libnanê û saziyên wê hemû re pêk were.

Li kampa Fîlîstînê ya li Lubnanê şer: 20 kes birîndar bûn

Back to top button