Li Rojhilatê Kurdistanê erdhej: gelek kes birîndar bûn

Li bajarê Xoy a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhejek pêk hat, zêdetirî 80 kes birîndare bû.

Vê sibehê li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.6 erdhej pêk hat.

Li gorî agahiyên hatin girtin di erdhejê de zêdetirî 80 kes birîndar bûn.

Her wiha ziyan gihişte hinek malan.

Ji ber erdhejê av û elektirîka gelek gunadan qut bûn.

Hate ragihandin ku li bajarê Selmasê jî malek hilweşiya ye.

Erdhejê bandor li Tebrîz, Urmiye û derdora wê jî kir.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku 18 Çile 2023’an jî, li bajarê Xoy erdhej pêk hatibû û di encamê de 120 kes birîndar bibûn.

Back to top button