Ji 3’ê Adarê ve balafirên keşfê yên ku nayê zanînê girêdayî kîne bê navber li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê digerin.
Şêniyên Wargehê têkildarî tevgera balefirên bê mirov daxuyaniyek dan û gotin:
“Divê hêzên ji ewlehiya wargehê berpirsyarin, qada hewayî ji bo Tirkiyê bigirin û bi erka xwe rabin.
Tevgera zêde a balafirên bêmirov, hemwexrî hevdîtina Wezîrê Parastinê yê Iraqê Sabit Mihemed Seîd li gel serokê MÎT’ê Hakan Fîdan fikaran zêde dike.
Hêjayî gotinê ye ku gelek caran Wargeha Penaberan a Mexmûrê ji aliyê balefirên bê mirov û bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombebarankirin.
Şêniyên Mexmûrê: Divê Iraq qada hewayî li Tirkiyê bigre
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê têkildarî tevgera zêde ya balefirên bê mirov daxuyaniyek dan û gotin:
“Dron û balefirên keşfê yên ku rojane bê navber li ser wargehê digerin, li ser wargehê metirsiyek e.
Divê hemû hêzên ji ewlehiya wargehê berpirsyarin, qada hewayî ji bo Tirkiyê bigirin û li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derbikevin.”