Rojnamevan û parêzerên navçeya Raniya ya Başûrê Kurdistanê diyar kirin, tenê PKK’ê dikare rê li pêşiya xewnên Tirkiyê bigire.
Rojnamevan û parêzeran balkişandin ser armanca dewleta Tirk ji êrişên li dijî gerîlayên azad û ev tişt gotin:
”Armanca dewleta Tirk ne tenê dagirkirina hin herêmên Başûr e. Armanca wî ji wê yekê bi gelekî mezintire.
Dixwaze sînorên berê yên Osmaniyan carek din bixe dibin kontrola xwe de û dagir bike.
Li şûna ku hêzên Kurdî li pêşiya vê yekê bigirin, berovajî hevkariya dagirkirina xaka Kurdistanê dikin.”
Rojnamevan û parêzeran behsa berxwedana gerîla kirin û da zanîn ku tenê PKK’ê dikare rê li pêşiya xewnên Tirkiyê bigire.
Dawiyê de daxwaz ji aliyên siyasî hat kirin ku li dijî dagirkerî û dijminên gelê Kurd yekgirtî û yekhelwest bin.