Wezareta Petrolê ya Iraqê: Firotina hemû petrola welat wê wezaret li ser bisekine

Aloziya petrolê ya navbera Hikûmeta Başûrê Kurdistan û ya Iraqê de didome.
Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku êdî ew ê li ser firotina petrolê ya welat bi giştî bisekinin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê di derbarê firotina petrolê de daxuyaniyek da.

Wezîrê petrolê Îhsal Abdul Cebbar diyar kir ku ewê rêvebirina firotina petrola Başûrê Kurdistanê bi wezareta giştî ya Iraqê ve girêbidin.

Wezaretê biryara dadgeha Federal ya derbarê pêtrolê de bibîrxist û got:

“Li gor biryara dadgehê êdî firotina petrolê wê di destê wezareta giştî a welat de be. Şîrketên petrolê ne bi rêveberiya hikûmeta Başûr, divê bi awayeke yekser bi Wezareta Petrolê ya Iraqê re peymanan çêbikin û peymanên xwe nû bikin. Êdî wê wezareta Iraqê firotina petrolê rêve bibe.”

Ajansa Reutersê jî ragihan, ku şîrketeke bêyanî ku niha li Başûrê Kurdistanê petrolê dikire, ji wan re diyar kiriye ku êdî ewê li gor biryara nû bi awayeke yekser bi hikûmeta Iraqê re kar bikin.

Back to top button