Tifaqa Ked û Azadiyê, dê di 15’ê Çileyê de li Stenbolê mîtînga xwe ya ewil li dar bixe. Parlementerên HDP’ê ji bo beşdariya li mitîngê bang kirin.
Tifaqa Ked û Azadiyê ku ji gelek partiyan pêk tê, dê di 15’ê Çileyê de li Qada Kartalê ya Stenbolê bi dirûşma “Em pêşî li xizanî, şer û zextan bigrin” mitînga xwe ya yekem a hevpar li darbixe.
Dê hevserok, serok û berdevkên pêkhateyên tifaqê tevlî mitîngê bibin. Mitîng saet 13.00’an dest pê dike.
Parlamenterên HDP’ê Tulay Hatîmogûllari û Omer Ocalan têkildarî mitîngê axivîn.
Hatîm-ogûllari, destnîşan kir ku bihabûn û betalî gihaştine asta herî jor û got ku bingehê pirsgirêkan polîtîkayên şer ên desthilatê ne û got: “Di heyameke wisa de ku mafên mirovan tên binpêkirin û azadî ji holê tê rakirin, em ji bo parastina azadiyan mîtînga xwe li dar dixin.
Hatîm Ogûllari: Em ê hemû dînamîkên civakê bînin cem hev
Tulay Hatîm-ogûllari diyar kir ku dê bi vê mîtîngê kedkar, xizan, jin û parêzvanên mafên mirovan ên Stenbolê bînin gel hev.
Omer Ocalan: Divê dawî li şer bê anîn
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku di serî de qada aboriyê hemû qad di nava krîzê de ne û got: “Ji bo bidawîbûna van krîzan divê dawî li şer bê.
Li hemberî gelê kurd şerekî qirêj tê kirin. Divê hemû gel bên cem hev û rijandina xwînê bidin sekinandin. ”
Ocalan bal kişand ser êrişên li ser partiya wan jî û ev tişt anî ziman: Bila gelê me baş bizanibe ku em tu carî bê alternatîf namînin.
Îro di bin navê HDP’ê de, sibê di bin navê partiyeke din de em ê siyaseta xwe bidomînin.
Ocalan ji bo mitîngê jî ev bang kir: “Ev mitîng dê starta xebatên ji bo hilbijartinê be jî.”