Çalakiya parlementerên HDP’ê ya li dijî tecrîdê 15 rojin dewam e

Nobeda parlamenterên HDP’ê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê dewam dike û carek din banga rakirina tecrîdê hate kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî destnîşan kir ku heta ku tecrîd biqede û daxwazên wan were qebûlkirin wê têkoşîna wan bidome

Bi daxwaza hevdîtina parêzeran ya bi Rêber Apo re, parlamenterên HDP’ê li ber wezareta Edaletê ya li Enqereyê ev 15 rojin di çalakiya nobetê de ne.

Îro jî li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclisê ya li Enqereyê parlamenter li hev kombun û daxuyaniyek dan.

Parlamenterên HDP’ê: ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd rabe

Bi navê parlementeran, Parlamenterê HDP’ê yê Antalyayê Kemal Bulbul daxuyanî da.

Kemal Bulbul diyar kir ku li Girava Îmraliyê hiqûq nayê bi cih anîn û got:

Desthilatdariya AKP-MHP’ê tecrîd bi rêk û pêk kiriye, li dijî mafê mirovan û azadiyê sûc dike

Ji bilî vê her wiha NATO, CPT, Yekîtiya Ewropa û DMME jî aliyekî vî sûcî ne.

Yekîtiya Ewropa ku rewşa mafê mirovan a li Tirkiyê bi hesasiyeteke mezin dişopîne, têkildarî sîstema li Îmraliyê gotineke bi tenê jî negotiye.”

Bulbul diyar kir ku rabûna li ber tecrîdê tê wateya parastina demokrasî, mafên mirovan û edaletê û wiha domand:

“Birêz Ocalan heta niha li Giravê bi fikir û projeyên xwe, jiyana bi hev re û azad a gelên Tirkiye, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn parastiye.

Parastina van nêrînan sûc nîne, mafekî demokratîk û rewa ye. ”

Parlamenter Kemal Bulbul di dawiyê de anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgireka Kurd û aştiyê divê tavilê tecrîd bê rakirin û hevdîtin pêk bê.

Omer Ocalan: Heta ku tecrîd bi dawî nebe wê çalakî dewam bin

“Ti bersiveke erênî yan neyînî nehatiye dayîn. Em ê di van serlêdanan de dewam bin.

Rêya rizgarbûna ji faşîzma AKP-MHP’ê hevdîtinên li Îmraliyê ne.

Divê rêzdar Ocalan karibe fikr û ramanên xwe bi raya giştî re parve bike.”

Di dewamê de Ocalan bal kişande ser Nobeta Edaletê ya partiya wan a li Wezareta Edaletê jî û got: “Heta ku tecrîd neqede û daxwazên me neyên qebûlkirin, wê çalakî dewam bikin”

Back to top button