KNK’ê li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan komxebatek li dar xist

Li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan KNK’ê li Silêmaniyê komxebatekê li dar xist.
Komxebat bi du panelan û tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskîrî pêk hat.
Kesên axivîn diyar kirin ku Lozan berhema xweperestî û nebûna yekîtiya Kurdan bû.
Her wiha hate destnîşan kirin ku bi hêz û yekrêziyê dikarin ji Lozanê serketî derkevin.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê KNK’ê li ser 100 saliya Lozanê û çarenûsa Kurdan li Silêmaniyê komxebatekê li dar xist.

Komxebat bi dirûşmeya ‘Di Sedsaliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî’ pêk hat.

Komxebat bi du panelan û tevlîbûna gelek rewşenbîr, siyasetmedar û kesayetên naskîrî bi rêzgirtinê dest pê kir.

“Divê berjewendiyên gel, xak û netewî xeta sor a hemû partiyane be”

Piştî rêzgirtinê li ser navê KNK’ Cigirê Hevserokê partiyê peyam da û wiha axivî:

“Divê berjewendiyên gel, xak û netewî xeta sor a hemû partiyane be.

Dema me ev kir em dikarin serketinê bi dest bixin.

Şûna em dest bidin dijmin xaka xwe dagirkir bikin, dest bidin destê hev û li dijî dijmin rabin.”

Panel bi axaftin û peyamên mevana dewam kir.

Kesên axivîn diyar kirin ku Lozan berhema xweperestî û nebûna yekîtiya Kurdan bû.

Dr. Cawîdan Kemal: Ezmûna Rojava dikare dawî li krîzan bîne”

Nûnerê PYD’ê ya Başûrê Kurdistanê Dr. Cawîdan Kemal jî ku li wir amade bû nirxandin kir.

Cawîdan Kemal bal kişande ser destketiyên li Rojavayê Kurdistanê û got:

Ezmûna rojava dikare dawî li krîzên Rojhilata navîn bîne.

Dr. Heval Ebûbekir: Piştî 100 salan em ketine nav aloziyeke din

Paşê Waliyê Silêmaniyê Dr. Heval Ebûbekir di Komxebata Lozanê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Piştî guhertinên erênî û nerênî yên 100 salan, li Herêma Kurdistanê pêkhateyek heye û li Rojavayê Kurdistanê jî rêveberiyek xweser heye.

Her wiha li Rojhilatê Kurdistanê Serhildana Jîna Emînî bilind bû.

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê niha Kurd yekgirtî ne. Piştî 100 salan em ketine nav aloziyeke din.”

Dr. Heval Ebûbekir: Pêwîstiya me bi yekitî û hev qebûlkirinê heye

Dr. Heval Ebûbekir diyar kir şerê me yê di vê demê de giring e û ev peyam da:

Dijmin nikare gelê Kurd bi çekê tûne bike.

Her wiha gelê Kurd jî bi pêşxistina perwerde, çand û aboriyê mafê xwe bi dest dixe.

Divê proje û pêşniyarên me hebin û yekîtî û modela hevdu qebûlkirinê zindî bihêlin.”

Konferansa Salvegera Peymana Lozanê

Back to top button