Konferansa Salvegera Peymana Lozanê

Konferansa 100 saliya Peymana Lozanê ku biryare di 23-24’ê Tîrmehê de li Lozanê were lidarxistin, ji her çar parçeyên Kurdistanê wê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda beşdar bibin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) wê bi boneya 100 saliya Peymana Lozanê, kongreyek neteweyî ya mezin li darbixe.

KNK ku pêşengtiya konferansê dike, xebatên xwe yên di vî warî de bênavber didomîne.

Di çarçoveya xebatan de hevdîtinên xwe yên li çar parçeyên Kurdistanê yên bi rêxistin, partiyên siyasî û hemû
aliyên civaka Kurdistanê re didomîne.

Wê 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên Kurdistanê beşdar bibin

Her wiha hat gotin ku konferans wê bi beşdarbûna 500 nûnerên sazî û partiyên siyasî yên cuda yên ji çar parçeyên Kurdistanê were lidarxistin.

Kurd xwe amadeyê protestokirina Peymana Lozanê dikin

Back to top button