QSD’ê: Di roja 21’an a Berxwedana Rûmetê de 65 çete hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyekê encama şerê 24 dawî eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê 65 çete û leşkerên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin û bi kêmanî 20 çete brîndar bûn.
QSD’ê diyar kir ku şervanekî wan jî şehîd û 6 jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê encamên şerê roja 21. ji Berxwedana Rûmetê eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya rêkeftina di navbera aliyên pêwendîdar de xwe ji herêmên pêwîst vekişand û hêzên parastina sînor ya hikûmeta Sûrî li wan herêman hatin bicihkirin.

Tevî vê yekî jî, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên lihevkirina bipê dike, bi bejahî û hewayî êrîşî çeperên leşkerên hikumeta Sûrî dike.

Hêzên me jî bi armanca parastina sînor, gund û leşkerên hikumeta Sûrî li gelek herêman bersiv dan.

Li eniya Dirbêsiyê, dagirkeriyan bi çekên giran êrîşî gundê Ing El-Hewa kirin.

Di bersivdayîna şervanan de herî kêm 60 çete hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn.

QSD’ê diyar kir ku li vir hejmarek leşkerên parastina sînor yên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan û hejmarek jî dîl ketin destê çeteyan.

Li Serê Kaniyê û Til Temirê jî artêşa Tirk û çeteyên wê êrîşî gundê Erîşa, Salihiyê û Ebd el-Selam kirin.

Di bersivdayîna şervanên QSD’ê seyareyekî doçka hat rûxandin û hejmarek çete hatin kuştin û birîndar bûn.

Li gundên Qizalî, Gor Kîha û Evdikê yên Girê Spî jî şervanan bersiva çeteyan da.

Herî kêm 15 çete hatin kuştin, gelek jî birîndar bûn.

QSD’ê da zanîn ku di roja 21. a Berxwedana Rûmetê de bi giştî 65 çete û leşkerên dagirker hatin kuştin, bi kêmanî 20 çete brîndar bûn.

QSD’ê diyar kir ku şervanekî wan jî şehîd û 6 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button