Dewletên Ewropî banga nefirotina çekan bo Tirkiyê kir

Tevî nerazîbûnan dewleta Tirk êrîşên xwe yên li dijî Bakûr û Rojhilatê Suriyê didomîne.
Li hemberî dagirkeriya Tirkiye welatên cîhanê tevî nerazîbûnan dest bi gavên berbiçav kirin.
Wezîrê Karê Derve yê Îtalyêyê destnîşankir ku Tirkiye bi êrîşên dagirker li dijî Ewrûpayê xetereyê çêdike.
Danîmarkayê jî ji bo Tirkiye firotina çekan rawestand.

ÎTALYA: TIRKIYÊ LI SER EWLEHIYA EWRÛPA XETERIYÊ ÇÊDIKE

Li gorî ajansa Ansa ya Îtalî, Wezîrê Karên Derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio rexneyên tund li Tirkiyê kir û got:

Dewleta Tirk xeteriyeke nû li ser ewlehiya Ewropayê çêdike.

Wezîrê Îtalî diyar kir ku êrîşên dewleta tirk ne rewane û herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bi karesatên weke qirkirina etnîk û guhertina demgrafîk re rû bi rû bihêle.

DANÎMARKA WÊ ÊDÎ ÇEKAN NEFIROŞE TIRKIYÊ

Partiyên siyasî yên li Parlamena Danîmarkayê li he vkirin ku êdî çek û cebilxane ji Tirkiyeyê re neyên firotin.

Tê payin ku biryar di 5’ê Mijdarê de li parlamenê bikeve dengdanê.

Parlamentera Lîsteya Yekîtiyê û Berdevka Polîtîkaya Derve Eva Flyvholm ku ji bo rawestandina firotina çekan ji bo Tirkiyeyê di nava hewldanan de ye got, “Ev gaveke girîng û rast e. Peyamekê dide Tirkiyeyê ku bi rengekî har êrîşî Kurdên li Sûriyeyê dike.”

ŞAREDARIYÊN NORWÊCÊ JI HUKÛMETÊ DIXWAZIN HELWEST NÎŞAN BIBE

Li aliyekî din Meclîsa Şaredariya Bajarê Rana yê Norwêcê amadekariyan dike ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bide.

Endamêm şaredariyê ji hikumeta Norwêcê xwest ku zextê li Tirkiyê bike ku leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyeyê vekişîne.

Beriya niha jî hin şaredariyên li Nordland û Sortlandê jî pêşnûmeyên bi heman rengî qebûl kiribûn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribûn.

Leave a Reply

Back to top button