276 Rewşenbîran bang li Neteweyên Yekbûyî kir

276 rewşenbîr, siyasetmedar, mamostayên zanîngeh û çalakvanên civaka sivîl ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku êrîşên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî bi dawî bike.

276 rewşenbîr û siyasetmedaran bi metneke hevpar nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan.

Rewşenbir û siyasetmedaran bang li Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî kir ku li dijî kiryarên Tirkiyeyê helwestê nîşan bidin û rê li pêş êrîşên Tirkiyeyê bigirin.

Di metna hevpar de hate gotin ku li gorî qanûnên Neteweyên Yekbûyî tişta ku dewleta Tirk li Rojava kirî sûc e û weke dagirkerî pênase kiriye.

Rewşenbiran bang li civaka navneteweyî, Komara Îslamî ya Îranê û bi taybetî li Rûsya hatiye kirin ku li dijî ketina Tirkiyeyê ya Rojava rabe û bibe xwedî helwest.

Ev metna hevpar a rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê radestî Sefareta Rûsya û Buroya Neteweyên Yekbûyî ya li Tehranê hatiye kirin.

Leave a Reply

Back to top button