Kurd xwe amadeyê protestokirina Peymana Lozanê dikin

Komîsyona Dîplomasiyê ya KNK’ê, ji bo konferansa Lozanê ya ku wê 22-23’yê Tîrmehê bê lidarxistin, li hev civiya. 

Civîn li navenda KNK’ê ya li Bruksela paytexta Belçîkayê hat lidarxistin û ji her çar parçeyên Kurdistanê başdarî civînê bûn.

“Armanca me ya sereke ya niha, konferansa navneteweyî ya mezin e”

Destpêkê hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs axivî û diyar kir ku wan heta niha gelek forûm, konferans û çalakî li dar xistine û got:

Bi vê rêyê, em dixwazin qetlîaman bi civaka navneteweyî bidin zanîn. Hemû ked û xebata me ji wê boneyê ye.”

‘Peymana Lozanê ji bo Kurdan karesat e’

Paşê li ser navê GORAN’ê Fuad Cemal axivî û diyar kir ku pirsgirêkên bi hikumeta navendî re cidî ne û yên ku dibin sedema mezinbûna vê krîzê zirarê didin gelê me.

‘PDK’ê xwe daye destên dewleta Tirk’

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî got k dewletên serwer ji bo têkbirina têkoşîna Kurdan, li hemû polîtîkayên xwe dewam dikin. Lê gelê me li çar parên Kurdistanê li ber xwe dide.

Piştî axaftinan ji bo rêzeçalakiyên li Lozanê, plan hat sazkirin.

Di dawiyê de Serokê Daîreya Têkiliyên Derveyîn ê Rêveberiya Xweser Abdulkerîm Omer, bang li Kurdan kir ku 24’ê Tîrmehê li Lozanê bicivin.

Li Qamişlo semînerek li ser peymana Lozanê hat dayîn

Back to top button