KNK di salvegera 100 saliya Lozanê de kongreya yekîtiyê lidardixe

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê di salvegera 100 saliya Lozanê de amadekariya dike ku konreya yekîtiya Netewî lidarbixe.
Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şoreş Xidir diyarkir dema wê hatiye di sedsaliya Lozanê de Kurd dijî peymanê bibin xwedî yek helwest û bibin yek.

24’ê Tîrmehê sedsaliya peymana Lozanê ye.

Ji ber vê peymanê Kurdan li gelek berdêlên giran dan.

KNK jî bi boneya vê roje amadekariya dike ku Kongreya Yekîtiya Netewî lidarbixe û nehêlê lozaneke din were li serê kurdan.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Şoreş Xidir têkildarî amadekariyên kongreyê axivî û got:

“Peymana Lozanê, yek ji wan peymanên hemberî netewa Kurd û hemû pêkhateyên Rojhilata Navîn, ji aliyê dewletên dagirker ve hatiye îmzekirin.

Di salvegera sedsaliya vê peymanê de, dem hatiye Kurd dijî vê peymanê bibin xwedî helwest.

Emê bi boneya salvegera 100 saliya Peymana Lozanê, di navbera 22-24’ê Tîrmehê bi tevlîbûna hemû pêkhateyên çar parçeyên Kurdistanê, li bajarê Lozan ya Swîsreyê, kongreyek nîştimanî û mezin lidarbixin.”

Xidir hêvîkir ku vê carê hemû partiyên kurdî ji bo yekîtiyê gavbavêjin û ev bang kir:

“Em bang li hemû aliyên siyasî, kesayet, mamostayên zanîngehê dikîn ku di vê mijarê de xwedî gotin bin.”

Back to top button