Malbatên Şehîdan ên Efrînê: PDK bi dujminê Kurdan re bûne yek

malbatên şehîdan ên Efrînê li hemberî peyama îxanetkar a PDK bertek nîşan dan.

Malbatên şehîdên ên ji Efrînê ku di encama êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk de ev zêdetirî 5 sal e ji warê xwe koçber bûne û li kantona Şehbayê bi cih dibin, têkildarî mijarê nêrînên xwe parve kirin.

Dayika Şehîd Garzan, Emel Qehreman anî ziman ku destekdayîna mala Barzanî ji bo Erdogan, me diêşîne û bes xiyanetê li gelê xwe bikin.

Bavê şehîd Şîlan Hesen Berko jî destnîşan kir ku peyama pîrozkirina Erdogan, peyama qirkirina Kurdan e.

Arif Sîdo jî ku birayê şehîd Rêzan û şehîd Xelat e, gotina pêşiyan a “Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan” bi bîr xist û got:

“Yê ku dijminê xwe nas nake, yê ku dibêje ez Kurd im lê xiyanetê li gelê xwe dike, Kurdan reş dike. Ev jî mala Barzanî ye.”

Back to top button