Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî kir ku zextê li hikumeta Şamê bikin da ku dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rake.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê têkildarî dorpêça giran a li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku heke dorpêç dewam bike dê karesateke mirovî çêbibe û got:
Li herêma Şehbayê ku koçberên Efrîn û niştecihên resen lê dijîn, li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqûsdê yên Helebê aloziya sotemeniyê dewam dike.
Rêxistinê îşaret bi vê yekê kir ku ji alîkariyên ku derbasî herêmê bûne, tiştek negihaştiye şêniyan û wiha anî ziman:
Heftane derdora 25 tankerên sotemeniyê derbas dibin, lê heta niha lîtreyek negihaştiye şêniyan.
Eger dorpêç dewam bike dibe ku nexweşxaneya li Şêxmeqsûdê û ya Fafînê ji xizmetê derdikevin.
Di dawiyê de rêxistinê bang li hikumeta Şamê kir ku erkên xwe wekî ku di destûra Sûriyê de hatiye nivîsandin, bi cih bîne.