TJK-E ji bo meşa 15’ê Nîsanê banga tevlîbûnê kir

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê TJK-E ji bo meşa 15’ê Nîsanê ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir û got:”Em li dora azadiya Rêber Abdullah Ocalan bicivin.”

Di 15’ê Nîsanê de wê li Dusseldorfê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo meşek bê lidarxistin.

TJK-E bi daxuyaniyekê banga tevlîbûna meşê kir û got: Zêdeyî 2 sal in ji ber sedemên kêfî hevdîtina rêber APO bi malbat û parêzerên wî re tê astengkirin.

CPT jî li derveyî armanca damezrandina xwe tevdigere, piştgiriyê dide polîtîkayên serdestan ên binpêkirina hiqûqê û ji bo me Kurdan û dostên me êdî serbixwe nîne.

TJK-E diyar kir ku Tecrîda li Îmraliyê li hemberî mafê tayînkirina çarenûsa xwe ya Kurdan ji konsepta înkar, tunekirin û şer cuda nîne

Jinên Kurd ev konsepta ku dixwazin li hemberî Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin ti carî qebûl nekirin û wê qebûl nekin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li jinan hate kirin ku li dora azadiya Rêber APO bicivin û 15’ê Nîsanê li Dusseldorfê tecrîda li Îmraliyê têk bibin.

Back to top button