Mehmet Karataş: Binpêkirinên mafa bi awayekî taybet li ser Ocalan tê pêkanîn

Serokê Şaxa ÎHD’a Wanê Mehmet Karataş anî ziman ku heya niha gelek sazî rêxistinên civaka sivîl û kesayetan fikirên xwe yên ji bo tecrîdê diyar kirine, lê belê dewlet di tecrîdê de israr dike û got: “Divê ceza ya der barê Rêber Ocalan de bê bidawîkirin.

Ji 25’ê adara 2021’ê ve tu agahî ji Rêber Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê girtin.

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş têkildarî tecrîdê axivî.

Mehmet Karataş anî ziman ku heya niha gelek sazîm rêxistinên civaka sivîl û kesayetan fikirên xwe yên ji bo tecrîdê diyar kirine, lê belê dewlet di tecrîdê de israr dike û got: “Girtîgeh bi polîtîkayeke dewletê veguherîn cihwarên li dijî rûmeta mirovahiyê.”

Karataş diyar kir ku binpêkirinên mafa ên li girtîgehan bi awayekî taybet li ser Rêber Ocalan tên pêkanîn û wiha got: “Ev yek, li dijî hemû hukumên neteweyî û navneteweyî ne.

Di destpêka qanûna înfaza ceza de wiha tê gotin, ‘divê înfaz aceza ne li dijî rûmet û heysiyeta mirovahiyê be.’

Lê belê çendî qanûn ev be jî, hevdîtina malbatê û parêzeran bi awayekî kêfî tê astengkirin.”

Karataş: Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye

Di dewamê de Karataş diyar kir ku tecrîdê sûcê li hemberî mirovahiyê ye û got:  “Ne di hiqûq mirovahiyê de ne jî di hiqûqa cezayê de tu aliyekê van pêkanînan tune ye.

Her wiha Mehmet Karataş bal kişande ser cezayên kefî ên li dijî Rêber Apo tê pêkanîn jî û ev yek got:

“Di cîhana hiqûqî de tu aliyekê van biryaran tune ye.

Her wiha ev biryar ne bi raya giştî re ne jî bi parêzeran û malbat-wasî re tên parvekirin.

Bi vî awayî mafê îtirazê tê binpêkirin û di heman demê de jî mafê xwegihandina dadgehê.

Ev delîla herî bebriçav e ku tecrîd bi awayekî sîstematîk tê pêkanîn.”

Karataş: Divê înfaza cezayê der barê Abdullah Ocalan de bê bidawîkirin

Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê Mehmet Karataş di dawî de destnîşan kir ku diviyabû înfaza ceza ya der barê Rêber Ocalan de bihata bidawîkirin, lê bi tecrîdê domandina înfazê dijî hiqûqê ye.

Back to top button