HPG: li Ebexê ya Wanê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê li dijî dagirkeriya dewleta tirk li navçeya Ebex a Wanê çalakiyek pêk anîn, di encama çalakiyê de
wesayîtek hate teqandin û 8 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya 17’ê Cotmehê ku li Elbaxa Wanê pêk anî daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî da:

Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Eyaleta Serhedê 17’ê Cotmehê gerîlayan li dijî wesayîteke artêşa Tikr ku di navbera Qerqola Sarixsû û Devirê Şamê dewriye digeriya çalakiyek pêk anîn.

Di vê çalakiyê de ku ji nêz ve li leşker û wesayîtê hate xistin, wesayît bi temamî rûxiya, 8 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bû.

Artêşa Tirk a ku ne karî derbasî herêmê bibe, bi helîkopteran qad bombebaran kir.

Leave a Reply

Back to top button