Şêniyên Şedadê li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de daketin qadan û bertek nîşan dan.
Şêniyan got:
“Dijmin çi bike bila bike wê nikaribe gelên li herêmê ji hev qut bike.”
Îro li navçeya Şedadê gel daketin qadan û li dijî lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de çalakiyek li dar xistin .
Çalakî li pêş Bexçeyê Serokatî yê navçeyê hat lidarxistin .
Di çalakiyê de Hevserokê Mala Êzdiyan Farûq Tozo axivî û diyar kir ku tu kes nikare gelê Kurd ji hev qut bike.
Farûq Tozo dawiyê bang li gel kir ku her kes bertekan nîşan bide û lêkirina vî dîwarî qebûl nekin û şermezar bike .



